 |
BİYOGRAFÎ/JÎNENÎGARÎ
Rauf Keleş di 20 Îlona sala 1976 an de li navçeya Sîlvan Amedê hatiye dinyayê.
Dibistana destpêk li Farqînê xwend.
Ji biçûkatiya xwe de baldarî muzîka kurdî bû guhdar dikir û distira. Muzîka kurdî di giyanê wî de cihekî girîng girt.
Di Sala 1989an de Rauf koçî bajarê Stembolê kir û heta sala 1995an xebatên cuda cuda kirin.
Di sala 1995an de di Navenda Çanda Mezopotamyayê de dest bi xebate kir.
Du sala ew perwerdeya teorî, nota, solfej û bona dibîne, pişt re du sala perwerdeya piyanoye dibine û xwe pêş dixe.
Di sala 1998an de Rauf dibe endame Koma Azad. Ew, bi Koma Azad re li welatên Balkan, Ewrupa, Tirkiye û Kurdistane beşdarî konseren cihe cihe dibe.
Di sala 2002 an de ji ber hin sedeman Rauf dev ji endametiya Koma Azad berdide û derdikeve derveyî welat.
Ev 5 sal in ku Rauf li Elmanyayê dijî û bi tenê karê xwe yên Muzikê didomîne. |